Dr. Mehmûd Osman: Tirkiye dixwaze Kurd şerê birakujî bikin

Siyasetmedarê Kurd yê başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku Tirkiye dixwaze di nava Kurdan de şerê birakujiyê derxe û got, divê Hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bi hevre li dijî Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Dr. Mehmûd Osman ji servîsa soranî ya Dengê Emerîkayê re axivî, balkişande li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û wiha got, “Divê Herêma Kurdistanê bi Iraqê re li hev bike û bihevre li dijî destdirêjin Tirkiye rawestin. Divê li NY giliyê Tirkiyê bikin. Divê sînorek ji Tirkiyeyê re deynin

Mehmûd Osman da zanîn Tirkiye ne dostê Kurdan e û got, “Tirkiye li her derê dijî Kurdan e- Tirkiye ji Kurdan dixwaze li dijî PKK’ê şer bikin. Ev jî tê wateya ku bila Kurd hev bikûjin.”

Mehmûd Osman bal kişand li ser têkiliyên hikûmeta başûr yên bi derve re got, nabe peywendiyên bi Tirkiye û Îranê li ser esasê dijberiya Kurdên li Tirkiye û Îranê be.

Back to top button