Kazimî serdana parêzgeha Silêmaniyê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji duh de li Başûrê Kurdistanê ye û hevdîtinan dike
Di dema serdana Kazimî li Silêmaniyê, karmendan xwe gihand wî û behsa pirsgirêkên xwe yên dayîna mûçeyan kir, Kazimî jî soza çareserkirina pirsgirêkê da.

Duh Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kir û bi rayedaran re civiya û îro jî gera li Başûrê Kurdistanê domand.

Mistefa Kazimî îro piştî ku bi serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya, çû Silêmaniyê.

Kazimî bi waliyê Silêmanî û Rêveberê Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê re civiya.

Li Silêmaniyê hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û bavil Talabanî pêşwaziyê li Kazimî kir.

Piştî wê Kazimî serdana gora Mam Celal Talabanî kir.

Piştî serdana gora Mam Celal serokwezîrê Iraqê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Karmend xwe gihand Kazimî û behsa pirsgirêkên xwe kirin

Beriya ku serokwezîrê Iraqê serdana Silêmaniyê bike, komek karmend û cotyar li ber derê balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê kom bûn.

Karmend û cotyaran dixwestin daxwazên xwe bigihînin serokwezîrê Iraqê.

Li ser vê yekê Mistefa Kazimî serdana karmend û cotyaran kir û soz da ku ew ê daxwazên wan bi cih bînin.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke dirêj e mûçeyê karmendên Başûrê Kurdistanê nayê dayîn û karmend daxwaz dikin ku her meh muçeyê wan were dayîn.

Bi heman armancê komek mamosta jî li ber derê avahiya walîtiya Silêmaniyê kom bûn û daxwaznameyek gihandin serokwezîrê Iraqê.

Mamostayan di daxwaznameya xwe de bang li Kazimî kir da ku mûçeyê wan bi awayek raste rast ji Bexda were dayîn.

Di daxwaznameyê ji Kazimî hat xwestin ku heman mafê mamostayên Iraqê, ji bo mamostayên herêmê jî were dayîn.

Back to top button