Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê, cenazeyê sê kesan dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşê taybet ê penaberên Iraqê yê kampa Holê de cenazeyên 3 kesan dîtin.
Navê kesên hatine kuştin ev e; Abdullah Riyad (16) û Mecîd Xelef (23) ji beşê penaberên Iraqê ne û Rewa Ebûd Elî (18) ji Helebê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku cenaze şevê din saet di 20:00’an de hatin dîtin û texmîn dikin ku bi demançeyên bêdeng hatine kuştin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de hîna berdewam e. Jinên DAIŞ’î yên li kampê bi vê bûyerê tên tawanbarkirin.