Li Tehranê ya paytexa Îranê, teqîneke bi hêz di kargeheke bataryan de rû da. Kesek mir û yek jî birîndar bû.
Ajansên Mehr û Tesnim ragihandin ku li herêma Tesnîm Şehr a başûrê rojavayê Tehranê teqînek mezin çê bû.
Li gorî ajansa Tesnîmê, ji ber teqînê kargeha batariyan bi temamî hilweşiya.
Her wiha kesek mir û yek din jî birîndar bû.
Hat gotin ku sedemên teqînê nehatin diyarkirin.