
Serokê Amerîka bi rêya tiwîtekê ragihand ku Behrayn û Israîlê peymana aştiyê îmze kirin û û weke gaveke dîrokî bi nav kir.
Trump li ser hesabê xwe yê tiwîterê da zanîn ku welatekî din ê Ereban di nava mehekê de li gel Israîlê aştiyê pêk tînin.
Girêdayî wê, Amerîka, Israîl û Behraynê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku lihevkirina li ser lidarxistina têkiliyên dîplomatîk bi giştî di navbera çêbû.
Amerîka di daxuyaniyê de diyar kir ku her du alî ango Israîl û Behrayn wê di rêya şatiyê de dewam bikin heta ku bigihêjin çareseriyeke giştî û dadmend ji bo doza Filistînê.
Li gorî daxuyaniyê qiralê behraynê vexwendina Trump ji bo şahiya peymana normalkirina peywendiyan di navbera her du welatan de qebûl kir.
Misir û Îmaratê peymana aştiyê bi erênî nirxandin
Serokê Misirê Ebdullfettah El-Sîsî lbi tiwîttekê got ku peymana aştiyê di navbera Behrayn û Israîlê de gaveke dîrokî ye û wê bi xwe re aştiyê ji doza Filistînê û herêmê re bîne.
Îmaratê jî bi daxuyaniyekê peymana aştiyê bi êrênî nirxand.
Tê payîn ku 15’ê Îlonê li Amerîka li koşka spî şahiya îmzekirina peymana normalkirina peywendiyan di navbera Israîl-Îmarat û Israîl û Behraynê were lidarxistin.