Tirkiye şantajên li dijî civaka navdewletî dewam dike

Wezareta Parastinê yê Tirkiyê duh ragihand ku ew ê dest bi rahênanên deryayî li beramberî peravên Lîbya û peravên Qibris li rojhilatê Deryaya Spî bikin.

Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku Keştiya deryayî ”Camîlîk” tevî Helîkopterekê, dê dest bi rahênanan li beramber peravên Lîbyayê bike.

Her wiha wezaretê, bi rêya wêneyan teqez kir ku hêzên Tirkiye yên deryayaî heta niha parastina keştiyên kolan û lêgerîna li petrol û gazê ”Fatîh” , ”Yavûz” , ”OruçRe’îs” û ”Barbaros” ên li Deryaya Reş û rojhilatê Deryaya Spî dike.

Ev pêngava dewleta Tirk weke şantaj li dijî civaka navdewletî ye, nexasim piştî civîna Med7 a Yekîtiya Ewrûpayê ku hişyarî dabûn Tirkiyê û gefa cezayan lê xwaribûn.

Back to top button