36 kesên din bi vîrûsê ketin û kesekî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 36kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Desteyê diyar kir ku kesên pêketî 8 li Qamişlo, 7 li Hesekê, 12 li Dêrikê ,2 li Amûdê, 2 li Reqa 2 li Şehba ,1 li Dêra Zorê , 1 li Girkê Legê û 1 jî li Kobanê ne.

Desteyê eşkere kir ku jineke li Girkê Legê jiyana xwe ji dest da û 33 kes ji vêrûsê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 819, ji wan 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 271 kes jî başbûne.

Back to top button