Heyva Sor a Girkê Legê rojane pêşwaziya 70 nexweşî dike û xizmetê pêşkêş dike

Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê rojane pêşwaziya zêdeyî 70 nexweşî dike û li gorî derfetên xwe xizmetê pêşkêş dike..

Navenda Heyva Sor a Kurd, venerînên pêwîst ji nexweşan re çêdike, û bê pere derman pêşkêş dike.

Navend ji beşê hundirîn, jin, zarok, destwerdana destpêkê, dermanxane pêk tê.

Endamên Heyva Sor a Kurd di navendê de hemû tedbîrên parastinê ji vîrusa coronayê digre.

Beşê perwerdeyê yê navendê jî di nava sazî, meclis, komîn, dibistanên navçeyê pêngavên zanekirin û hişyarkirinê li dar dixe û belavokên tenduristiyê belav dike.

Back to top button