Omer Ocalan: Bi girangirina tecrîdê dixwazin tolê hilînin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku desthilata AKP’ê, bi taybet ji sala 2015’an û vir ve, ji bo desthilata xwe li ser lingan bigire, li hember Rêber Ocalan tecrîdeke giran xistiye dewrê.
Omer Ocalan diyar kir ku tecrîd bi berxwedan û têkoşînê tê şikandin û bang li CPT jî kir ku li hember tecrîdê, gavên şênber bavêje.

Ev 21 sal in li ser Rêber Ocalan polîtîkayên tecrîdê yên girankirî li girtêgeha Îmraliyê tên meşandin û salên dawiyê decrîd hêj girantir bûye.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Umer Ocalan der barê tecrîda li ser Rêber Ocalan de axivî.

Umer Ocalan diyar kir ku tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan tê meşandin, dewlet bi vê tecrîd û polîtîkayên dijminatiyê ve dixwaze tolê ji Ocalan hilîne.

Omer Ocalan: Tecrîd bi têkoşîn û berxwedanê dikare were şikandin

Parlamenterê HDP’ê Umer Ocalan destnîşan kir ku tecrîd dikare bi têkoşîn û berxwedanê were şikandin.

Omer Ocalan: Divê CPT gavên şînber bavêje

Umer Ocalan bal kişand li ser rapora CPT û diyar kir ku CPT di daxuyaniya xwe de tecrîda Îmraliyê qebûl kiriye, ew vê yekê girîng dibînin û got:

“Divê CPT li dijî tecrîdê gavên şênber biavêje.”

Back to top button