HDP: Xewn û xeyala darbekarên 12’ê Îlonê AKP-MHP bi cih tîne

HDP’ê ragihand ku xewn û xeyala generalên darbekar ji hêla desthilata AKP-MHP’ê ve tê bicihanîn.

Komîteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê wiha got:

”40 sal di ser re derbeyê re derbasbûye, lê bandor û encamên wê îro jî tê hîskirin û hê girantir didome.

HDP’ê dagirkirina şaredarên Kurd, girtina parlamenteran, rakirina hiqûq, demokrasî, mafê mirovan, bi bîr xist û wiha bi dawî kir:

”Nîşaneya hişmendiya darbeyê û hevkariya bi hişmendiya darbekeran re ye.

12’ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye, navê hişmendiya lêgerîna li rêveberiya otorîter e.”

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di sala 1980’an de li dijî hikûmeta Demîrel, muxalefta Tirkiyê taybet jî kurdan darbeyek leşkerî pêk anîn.

Rêber APO darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê wiha dinirxîne:

“Ev darbe ji bo ji nûve dîzayn kirina Tirkiyê û Rojhilat Navîn li ser esasê mîlliyetgiriya Tirk Îslamî ya kesk ku APK û MHP temsîla wî dikin hate avakirin.

Di hedefa vê hewldanê de bi esasî muxalîfên Tirk ên demokratik û sosyalist û muxalîfên netewî yên Kurd hebûn”

Back to top button