Konferansa Tenduristiyê a jinan bi biryarên girîng bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a Jin a Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku duh li bajarokê Rimêlanê pêk hatibû, bi girtina biryaran ji aliyê komîteya tenduristiyê, derbarê pêşxistina qada tenduristiyê ya jinan, bi dawî bû.

Bi dirûşmeya”Jina tendurist, çavkanî û hêza jiyana tendurist e” Konferansa yekemîn a tenduristiyê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 124 endaman hat lidar xistin.

Xebatên konferans a tenduristiyê ya jinan bi xwendina rêziknameyên rêber Ocalan di derbarê tenduristiyê de, rapora salane û nîqaşkirina wê dewam kir.

Her wiha ji bo pêşxistina qada tenduristiyê ya jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyar hatin kirin û wekî biryar di dawiya konferansê de hatin girtin.

Piştî nîqaşan, Meclisa Tenduristiyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 21 endaman pêk tê, hate avakirin.

Konferans bi wergirtina biryaran bi dawî bû û biryar wiha ne:

-Perwerdeya pîşeyî û fikirî wezîfeya sereke ya xebatên qada tenduristiyê ye.

-Dê perwerdeyên fikirî werin vekirin, komîteyên dayîna perwerdeyê li tevahî herêman werin avakirin da ku encamên baş pêk bîne.

-Bi armanca dabînkirina desteka dirûnî li hin herêman, kadroyên Heyva Sor a Kurd û navendên tenduristiyê werin birêxistinkirin.

-Bernameyên tenduristiyê werin amadekirin û li ser dezgehên ragihandinê werin belavkirin.

-Dê tiba xwezayî were pêşxistin û birêxistinkirin û li gorî derfet û pêwîstiyan cihên taybet jê re werin veqetandin.

-Nexweşxaneyeke taybet a jinan li herêma Cizîrê were vekirin.

-Beşek taybet a welidandinê li herêmên Kesrat û Siwer ên Dêrazorê werin vekirin.

-Di hemû nexweşxaneyan de beşê jinan werin vekirin.

-Navendeke keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîran li hemû kantonan werin vekirin.

Back to top button