Malbendiya Heleb a Rewşenbîran, şevbuhêrkeke helbestan ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê li dar xist.
Şevbuhêrk li taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna gelek helbestavan û şêniyan hat lidarxistin.
Hevseroka Malbendiya Heleb a Rewşenbîran Leyla Xalid axivî û behsa rola rewşenbîran di zanekirina civakê û piştgiriya dozên gel de kir.
Piştre, helbestvanan helbest li ser berxwedana Heftnînê, banga yekîtiya Kurdî û berxwedana Efrînê xwendin.