Dîwana Hevserokatiya KCDK-E bi daxuyaniyekê, piştgirtiya xwe ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ nîşan da.
KCDK-E’yê anî ziman ku sîstema tecrîda li ser Rêber Ocalan, bi mekanîzmeyeke taybet tê birêvebirin û armanc jê, qirkirina netewî ye.
KCDK-E‘yê got:
“Ocalan bi ramanên xwe yên azadîxwazî û demokrasiyê, bûye hêviya gelên cîhanê.
Xwedîderketina li Rêber Ocalan, Azadiya Kurdistan û rizgarkirina mirovahiyê ye.”
KCDK-E’yê ji bo azadiya Rêber Ocalan û pêşîgirtina li komkujiyên dewleta Tirk, bang li Kurd û tevahiya gelên cîhanê kir, ku berxwedan û têkoşînê li her deverê bilind bikin.
KCDK-E’yê her wiha banga tevlîbûna girseyî ya li meş û çalakiyên 12’ê Îlonê kir, ku bi dirûşma “Dem Hatiye” li Ewropa, Awîstûralya û Kanadayê tên lidarxistin bibin.