Platforma zimanê Kurdî: Kurd jî daxwaza mafê xwe yê gerdûnî dikin

Li dijî faşîzma dewleta tirk ya li ser zimanê dayîkê bertek hat nîşandan.
Berdevkê Palatforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin.
Cizîrî got, ew weke gelê kurd tenê daxwaza mafê xwe yê gerdunî dikin.

Platforma Zimanê Kurdî derbarê rewşa zimanê kurdî de raporek bi navê “Rapora Hiqûqî Li Ser Rewşa Zimanê Kurdî Li Tirkîyê” li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrojhilat bi civînek çapemeniyê eşkere kir.

Endamên Platfromê beşdarî civînê bûn.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî raporê bi raya giştî re eşkere kir.

Şerefxan Cizîrî da zanîn ku mafê herkesî ye ku bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin û gelê kurd jî daxwaza mafê xwe yê gerdunî dikin.

Berdevkê Platformê destnîşan kir ku di nava tixûbên dewleteke de, îro roj ne pêkane ku mirov qala yek ziman, yek ol û yek etnisite yê bike.

Şerefxan Cizîrî Peymana Mafê Mirovan a di sala 1948’an de piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn hat îmzekirin bi bîr xist û wiha domand:

Ev peyman di pirsa Mafê Mirovan de bû belgeyeke navnetewî.

Dûra ji gelek peymanên navnetewî di warê perwerdê, mafê zarokan, yê kêmnetewan de hatine imzekirin.

Komara Tirkîyê di derbara hinek mafên zarokan de şêrh danîye ser hinek xalên ku ziman û pirsa perwerdehîyê bi Zimanê Dayîkê derdîxe pêşberî dewlet û civakan.

Cizîrî anî ziman ku ew wek gelê kurd dixwazin şerhên ku Komara Tirkiye li ser mafên zarokan danîne werin betalkirin û asimlasyon jî weke sûcekî mirovî pênase kir.

Platrorma zimanê Kurdî: Bi nasîna maf û zimanê Kurdî wê tirkiye bibe welatek pir reng

Cizîrî bal kişand ser siyaseta asimîlasyonê û li ser navê Platforma Zimanê Kurdî ji raya Cîhanî daxwaz kir ku ev pirsgirêk li gorî maf, hiqûq û pîvanên navnetewî çareser bibin.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî di dawiya daxuyaniyê de ev daxwazên Platformê rêz kir:

* Bila Komara Tirkiyê şerha ku li ser hinek xalên Mafê Zarokan hatîye danîn betal bike.

* Bila Zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê.

* Bila Zimanê Kurdî bibe Zimanê Fermî.

* Bila Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.

Back to top button