Biryara Trump a vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûriyê û Afganistanê ji aliyê komarparêzên ku Trump yek ji wan e, tê redkirin.
Meclisa Senatoya Emerîkayê li dijî biryara Trump pêşniyar-qanûnek di dengdanê re derbas kir.
68 dengan guherîn qebûl kir û gotin ‘Erê’ û 23 dengan jî ‘Na’ bi kar anî.
Lê heta biryar bê qebûlkirin û bibe qanûnek, divê di erêkirina parlamentoyê re derbas bibe.
19’ê Kanûna 2018’an serokê Emerîkayê Donald Trump biryara vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûriyê da.
Gelek aliyên hundirîn û derve li hemerî biryara Trump nerazîbûn nîşan dan.
Vê carê mecilsa Senatoya Emerîkayê li dijî biryarê derket.
Lîderê Komarparêz Senatoyê de Mitch McConnell xwestibû ku hêzên Emerîkayê di Sûriyê û Afganistanê de bimînin.
Derbarê daxwazê Mitch McConnell pêşniyarqanûnek pêkêşî Meclîsa Senatoran kiribû.
Li ser pêşniyara McConnell dengdan hat kirin di encamê de guhertin hat qebûlkirin.
68 dengan guherîn qebûl kir û gotin ‘Erê’ û 23 dengan jî ‘Na’ bi kar anî.
Tevî ku pêşniyar-qanûna heyî şeklî ye jî, lê li ser raya giştî û siyaseta derve ya Emerîkayê xwedî tesîr e.
Heta ev pêşniyar-qanûn veguhere qanûneke fermî, divê di erêkirina parlamentoyê re derbas bibe.
Serokê Istixbara Netewî ya Emerîkayê jî sêşema borî li meclîsa senatoyê axivî û diyar kir ku hîna xeteriya DAIŞ’ê li dar e.
Di nava komarparêzan bi xwe de jî nakokiyên mezin hene.
Beriya niha jî pêşniyar-qanûna meclisa Senatoyan a li ser rawestandina piştgiriya kaolîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê, neket dengdana parlamentoyê û nehat qebûlkirin.
Ev biryar di wextekê de tê ku seroka meclisa rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di çarçoveya gera xwe ya dîplomatîk de li Emerîkayê ye.