Artêşa dagirker li bajaroka Batîfayê malên sivîlan şewitand

Artêşa dagirker gundê Sorya yê girêdayê bajaroka Batûfa ya herêma Behdînanê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de gelek malên sivîlan şewitîn.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Di dîmen de jî xuya dibe ku dewleta Tirk çawa dar, baxçe û malên gundiyan şewitandiye.

Ev der gundê Sorya yê girêdayî bajaroka Batêfa ya herêma Behdîdanê ye.

çend sanî dîmen biherikînin

Ji ber bombebarana dewleta dagirker mal û milkên welatiyan dişewitin.

Li gor agahiyên herêmê duh êvarê artêşa Tirk ya dagirker bi helîkopteran ev gund bombebaran kiriye.

Ne tenê gundê Sorya gundên Minîn, Pîrbila, Evlih yên li ser bajaroka Batêfayê jî hatin bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de ziyanek mezin li bax, baxçe û malên sivîlan bû.

Çavkaniyên li heremê diyar kirin ku gundiyan bi derfetên xwe şewat vemirandine.

Dewleta Tirk bi zanebûn cih û gundên sivîlan bombebaran dike da ku sivîlan bidin koçber kirin.

Derbarê mijarê de heta niha HPG’ê ti daxuyaniyek nedayê.

Tevî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê navber li ser başûrê Kurdistanê dewam dike lê rayedarên Başûr û yên Iraqê bêdengiya xwe didomînin.

Back to top button