Danûstandinên aştiyê navbera hikûmeta Efxanistan û Talîban

Danûstandinên aştiyê ya di navbera hikumeta Efxanistanê û Tevgera Talîban îro li paytexta Qeter Dewhayê destpê kir.

Gelek perpirs û diplomatên cîhanê bi rêya vîdyoyan beşdarî rûniştina vekirinê bûn.

Di nava wan de Sekertêrê Giştî yê NY, Sekertêrê Giştî yê NATO`yê û wezîrên karê derve yên Ameîrkka, Çîn, Hindistan, Tirkiye û Pakistanê û berpirsyarê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê jî hebûn.

Serokê Komîteya Lihevanînê yê Efxanistanê Ebdullah Ebdullah diyar kir ku gelê Efxanistanê hêvî dike ku ev danûstandinên aştiyê serkeftî bin.

Nûnerê Talîbanê Mela Ebdulxenî Berader jî got:

“Em Efxanistaneke serbixwe, pêşketî û xwedî sîstemeke Islamî dixwazin ku hemû Efxanistanî tê de bijîn.”

Back to top button