Kongra Star destdirêjiya li dijî jineke li Pakistanê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star destdêjiya li dijî jina li Pakîstanê ku pêk hatî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Kongra Star da zanîn ku 10’ê Îlona 2020’an êrîşeke hovane li Pakîstanê li hemberî jinekê pêk hat.

Jineke pakîstanî li ser rêkê dema ku bi zarokên xwe re, ber bi bajarê Lahore ve diçû, otobîsa wê xerab dibe.

2 zilaman li pêşiya zarokên wê destdirêjî lê kirin.

Kongra Star destnîşan kir ku li dijî vê kirina hovane em hêrsa xwe nîşan didin, jin rojana ji aliyê mêrên zayend-perest ve rastî destdirêjiyê tên.

Kongreyê, her wiha îşaret bi kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê jî kir û diyar kir ku jin tên revandin û destavêtin.

Kongra Star teqez kir ku divê jin li seranserî cîhanê xwe birêxistin bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin û wiha got:

Tekoşîna me ya azadiya jin tekoşîneke hevpare. Çareseriya vê jî xwe-rêxistinkirin û xwe-pasrastin e.

Em tekoşîna xwişkên xwe yê li Pakîstanê û çalakiyên wan ê 12’ê Îlone, silav dikin û hêzê didin tekoşîna wan.

Back to top button