Efrînî bi tawana têkiliya bi Rêveberiya Xweser re tên girtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, nasnameyên sivîlên ku çeteyan beriya çend rojan li Efrînê ew revandibûn, eşkere kirin.

Çeteyên li Efrînê jimarek sivîlên Kurd bi tawana ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê kesên hatine revandin ev in:

Kemal Yûsif û kurekî xwe, ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê ye, 3’ê Îlonê hatin revandin.

Birayê Kemal, Luqman Yûsif, ji gundê Termîşa yê Şiyê ye, tevî kurekî xwe 3’ê Îlonê hatin revandin.

Xedîca Ebû Ebdo Serî 32 salî ye, 10’ê Îlonê hat revandin.

Cemîl Hemo ji gundê Cobana ye, 10’ê Îlonê hat revandin.

Mihemed Bekir li Cindirêsê 10’ê Îlonê hat revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, jimara welatiyên Kurd ên ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” li navçeya Cindirês girtine 7 in.

Back to top button