LI herêmên Hikumeta Şamê herî dawî 30 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê ya Şamê îro bi daxuyanekê ragihand ku 30 kesên din bi vîrûsê ketine.
Wezaretê da zanîn ku 2 kesan jî ji ber vîrûsê mirin û 15 din jî baş bûne.
Bi van daneyên nû re, heya niha li herêmên Hikûmeta Şamê 3 hezar û 506 kes bi Coronayê ketine, ji wan 827 baş bûne û 152 kes jî mirine.