Beşdarên komxebatê: Komxebata Hesekê nêrînek hevbeş derxist holê

Beşdarên komxebata MSD`ê diyarkirin ku komxebatên bi vî rengî gelê Sûriyê nêzî hev dikin da ku rewşa xwe û astengiyên heyî nîqaş bikin.
Beşdaran dazanîn ku ji bo destpêkirineke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê, wê li heremê gelek komxebat pêk bên û ev komxebat bi lidarxistina kongreyeke giştî yên şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê bi dawî bibin.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê beriya 2 rojan bi slogana “Ber bi kongreyeke netewî ya şêniyên Cizîrê û Firatê ve” , li bajarê Hesekê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên siyasî, civakî û serbixwe yên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryen, Çerkes û Êzidî yên bajarê Hesekê û gundewarên wê, pêk hat.

Di komxebatê de diyaloga Sûrî-Sûrî têkiliyên dîrokî yên gelên herêmê û wê gelên herêmê çawa pêşeroja xwe diyar bike hate nîqaşkirin.

Şêxekî qebîleya Şerabîn Mihemed Ubêd li gor pêşketinên li herêmê li darxistina komxebatên bi vî rengî girîng dît û diyar kir ku divê komxebatên bi vî rengî li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên lidarxistin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezher Ehmed jî dazaîn ku di komxebatê de ji bo çarseriya aloziya Sûrî nêrînek hevbeş derket pêş û got:

“Dê encamê komxebatê erênî bin, ji ber ku pêwîstiya me bi çareseriya siyasî heye.”

Beşdarên komxebatê: Komxebata Hesekê ji yên berê cûdatir bû

Endamê Meclisa Êlan a Hesekê Sabit El-Cewher jî komxebat nirxand û got:

“Komxebata yekemîn gelek serkeftî bû, ji ber ku hemû beşên civakê wekî eşîrên Kurd û Ereb û pêkhateyên din, partiyên siyasî yên muxalîf û nûnerên hikumeta Sûriyê, beşdar bûbûn.

Tevlîbûna diyalog û nîqaşan ne wekî komxebatên berê bû.

Ji ber ku diyalog vekirî bû û ji ber hebûna nûnerên dijberên projeya Rêveberiya Xweser û nûnerên hikumeta Sûriyê, partiyên siyasî û eşîran, nêrînên nû hatin pêşkêşkirin.”

Sabit El-Cewher dazanîn ku ji bo destpêkirineke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê, wê li heremê gelek komxebat pêk bê û ev komxebat bi lidarxistina kongreyeke giştî yên şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê bi dawî bibin.

Back to top button