Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh serdana Qibrisê kir û digel serokê Qibrisê Nîkos Enastasyadis belgeyeke lihevkirinê îmze kir.
Ev belge, ji bo parastina bendergeh û ewlehiya sînorên rojhilatê deryaya Spî ye.
Mike Pompeo di serdana Qibrisê de got:
“Divê Tirkiyê hemû çalakiyên xwe yên li deryaya Spî rawestîne û hemû alî jî piştgiriyê bidin çareseriyên dîplomatîk.”
Serokê Qibrisê jî kêfxweşiya xwe ji bo helwesta Amerîka ya şermezarkirina kirinên Tirkiyê anî zimên û bang li Tirkiyê kir ku kirinên dijminahiyê yên li rojhilatê derya Spî rawestîne.
Di navbera Tirkiye, Yûnanistan û Qibrisê de aloziya derbarê rojhilatê derya Spî de dewam dike.