Hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin

Hêzên Hikumeta Şamê bi mûşekan deverên li Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ragihan ku ji şevê din heya vê sibehê hêzên hikumetê Fitêra,

Kefer Ewêd, Sifûhin, Kinsefra û Bara yên Başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha herêmên din ên li Sehil El-Xab ê Hemayê topbaran kirin.

Di heman demê de, çeteyên dewleta Tirk nûqteyên hikumetê li eniya Hizarîn ê gundewarê Başûrê Idlibê kir armanc.

Çeteyan, nuqteyên hikumetê li eniyên Foro û Behsa yên Hemayê jî topbaran kirin.

Back to top button