Şervanê QSD’ê Remezan Demir li Dêrikê hat oxirkirin

Li Dêrik û Hesekê merasîmên şehîdan hebûn.
Bi dehan ji şêniyên her du bajaran du şervanên QSD’ê bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Remezan Demir bi nasnav Kûrtay Serhed şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat li darxistin.

Bi dehan şêniyên Dêrikê tevli merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re xwest û got:

“Ev xaka pîroz bi qurbaniyan hatiye parastin ku canê xwe di oxira jiyaneke azad û ewle de feda kirin.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de hevalên şehîd cenazeyê şehîd di nava sloganan de binax kirin.

Şervanê QSD’ê Abdullah Elyan li Hesekê hat oxirkirin

Li Hesekê jî merasîm hebû.

Bi dehan şêniyên Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê Şervanê QSD’ê Abdullah Elyan bi nasnav Aram Hesekê li goristana Şehîd Rûstem Cudî ya li gundê Berkevirê kom bûn.

Li wir merasîma oxirkirina şehîd hat li darxistin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim Salim axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha ji fermanderê QSD’ê Umran Orkêş jî axivî û îşaret bi rola şehîd di rizgarkirina xaka dagirkirî, mîsogeriya aramî û ewlehiyê de kir.

Umran Orkêş got: “Şehîd Elyan felsefeya rêber Ocalan bi cih anî û hevgirtin û biratiya gelan pêk anî.”

Bavê şehîd Ekrem Elyan jî axivî û hêviya aramiyê ji tevahiya Sûriyê re xwest.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Maimê nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tililiyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button