Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî, diyar kir ku Rêber Ocalan gelên bindest ber bi azadiyê ve dibe û rêbertiya wan dike.
Endamê Rêveberiya Partiya Pêşverû û Demokratîk Taha Weys El-Şemam tecrîsa li ser Ocalan şermezar kir û anî ziman “Rêber Ocalan sembola parastina gelên bindest e û gelên bindest ên Rojhilata Navîn ber bi azadî û rizgariyê ve dibe.”
Yek ji rêveberên Partiya Lîberal a Kurdistanê Zubêr Hisên Omer jî anî ziman ku Tirkiyê hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike.
Omer eşkere kir ku dewletên Navnetewî li dijî fikrên Ocalan ên azadî û aştiyê ne, lewam li hemberî tecrîdê bêdeng in.