Li Kobanê saziyek kelûpelan hat vekirin

Ji bo sivikkirina bandora krîza aborî li ser şêniyan, li Kobanê û Dêrikê du Saziyên kelûpelan hatin vekirin.

Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Saziya Newroz a Kelûpelan li bajarê Kobanê vekir.

Rêveberiya Xweser bi vekirina van saziyan hewl dide bandora krîza aborî ku Sûriyê tê re derbas dibe, li ser şêniyan sivik bike.

Buhayên li tevahiya saziyên kelûpelan yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine vekirin hemû yek e.

Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Firatê Xelîl Şêx deriyê saziyê vekir û vekirina saziyê li şêniyên Kobanê pîroz kir.

Her wiha hêvî kir ku ev sazî ji şêniyan re bibe alîkar.

Li Dêrikê Saziyek kelûpelan hat vekirin

Li Dêrikê jî Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin.

Bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, Desteya Aborî û Çandiyê ya herêma Cizîrê sazî hat vekirin.

Endama rêveber a Komîteya Aborî ya Dêrikê Wafaa Elî anî ziman ku ev sazî bi armanca sivikkirina barê şêniyan hat vekirin.

Back to top button