HPG: Li Heftenînê leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hat kutşin

Di çalakiyek sekvaniyê a gerîlayan ya li Heftenînê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de gerîlayan 12’ê Îlonê li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sekvaniyê kirin û leşkerek hat kuştin.

9’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Îsmaîl Axa ya herêma çiyayê Sumbulê ya Colemêrgê barandin.

Piştre jî bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî û dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

HPG’ê diyar kir ku di encama şerê li herêmê rûdayî de, gerîla Çekdar, Dilovan, Ronahî û Dersim şehîd bûn.

HPG’ê dazanîn ku di encama êrişên hewayî yên 10 û 12’ê Îlonê li gundê Peraxê yê herêma Heftanînê û qada Mervanos a herêma Avaşînê de, agirê ku bi herêmê ketî dewam dike.

Back to top button