Misir û Ermenistan: Tirkiye aramiya herêmê xira dike

Misir û Ermenistanê destwerdanên Tirkiyê yên ji bo berfirehkirina sînorên xwe şermezar kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan li paytexta Misir Qahîrayê bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî re civiya.

Samih Şikrî got ku Tirkiyê bi siyasetên xwe hewil dide nexşeya herêmê biguhere û aramiya heyî xira bike.

Derbarê aloziya Lîbyayê, Şikrî diyar kir ku Tirkiyê şandina çeteyên biyanî ber Lîbyayê didomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin diyalogên Lîbî-Lîbî yên li Mexribê ku di çarçoveya xebatên Netewên Yekbûyî de pêk tên.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan got ku Tirkiyê çeteyên biyanî dişîne Azerbeycanê ji bo tevlî şerê li dijî Ermenistanê bibin.

Back to top button