Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em li ser aştiyê axivîn

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, çûn Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê û bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerê berê yê HDP’ê Abdulah Zeydan re hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtina aliyan 2 saetan dewam kir.

Pervîn Bûldan li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Bûldan anî ziman ku di hevdîtinê de li ser mijara yekgirtina gelên tirkiyê hate rawestandin û wiha got:

Di hevdîtina me ya bi Demîrtaş re, em li ser rewşa giştî ya li Tirkiyê axivîn.

Bi taybet çalakiyên ku partiya me pêk anîne hate nirxandin û Demîrtaş jî ev yek weke gaveke girîng pênase kir.

Bûldan diyarkir ku hevdîtina wan bi awayekî giştî li ser aştiya li welat pêk hat.

Mîthat Sancar jî hevdîtin bi erênî binav kir û ev tişt anî ziman:

Di dema pêş de êdî emê gotina aştiyê ji slogan derxin û ji bo xistina meryetê bi herkesê re li ser vê jî niqaş bikin.

Back to top button