Li Efrînê piştî dizîna mal û milkên şêniyan, niha çeteyên dewleta Tirk dest bi dizîna saetên avê û stûnên kehrebê kirine.
Li aliyekî din, çeteyan gorên dîrokî jî xerab kirine.
Malpera çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Emşat 4 şêniyên gundê Çeqela Navîn yê navçeya Şiyê revandin û birin cihekî ne diyar.
Navên kesên hatine revandin wiha ne;
Mezlum Bedo ,Mihemd Cuma ,Mihemed Hemzarka ,Ebdo Elî
ÇETEYAN SAETÊN AVÊ Û TÊLÊN KEHREBÊ DIZÎNE
Malpera AFRINPOST ê ragihand ku çeteyan li ser rêya Cindirêsê saetên avê ji dîwarên xanî û avahiyan hildikin û didizin.
Li gorî heman çavkaniyê, li navçeya Reco jî stûnên Karebê yên li kolanan qut dikin û ji bo agirê sobê bi kar tînin.
Her wiha berî demekê têlên kehrebê jî ji ser stûnan vekiribûn û dizîbûn.
Li aliyekî din, çalakvanan diyar kir ku çeteyan gorên dîrokî li geliyê Pîrê yên di navbera gundê Qenterê û navçeya Mabatayê de xera kirin.