Herdu welatan li ser pêşxistina têkiliyan li hev kir

Behreyn û Îsraîlê li ser berfirehkirina têkiliyên navbera xwe de li hev kir.

Qiralê Behreyn Hemed Bin Îsa Al Xelîfe û Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho bi riya telîfonê axivîn û behsa firekirina têkiliyan navbera xwe de kir.

Herdu aliyan li hev kirin ku wê aştiyeke fermî pêk bînin û dest bi têkiliyên diplomasî jî bikin.

Binyemîn Netenyaho di rûniştina hikûmetê de ya îro, got ku di mehekê de 2 tifaqên aştiyê yên dîrokî bi Îmarat û Behreynê re hatin çêkirin.

Netenyao destnîşan kir ku herêm li ber deriyê pêvajoyeke nû de ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho diyar kir ku aştiya pêk were wê cuda be, ku wê bi xwe re aştiyeke aborî û siyasî tevî aştiya navbera miletan de, bi xwe re bîne.

Back to top button