Careke din nijadpersetên Tirk, ciwanên Kurd li Tirkiyê dikin armanc.
Doh êvarî li bajarê Afyonê nijadperstan êrîşî karkerên kurd ên li avahiyan kir û ciwanekî ji Wanê kuşt û 2 jî birîndar kirin.
Di vê êrîşa nijadperset de, karkerê Kurd Ozkan T. jiyana xwe ji dest da, Firat T. û Emrah O. birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Di dema xizmên wan xwestin ji Erdîşê ya Wanê biçin Afyonê, hinek ji wan li ser rêya çûnê û hin jî li ser rêya derketinê, ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.
Hate diyarkirin ku rayedarekî polîsan ji karkerên birîndar re gotiye miriyên xwe ji vir bibin û li bajarê Afoyên derkevin.