Li Reqayê navenda fêrkirina astengdaran hate vekirin

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi navê “Navenda Şehîd Beşîr Feysel El-Hiwêdî” navendek ji bo fêrkirina kesên ker û kor vekir.

Naved bi beşdarbûna endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser û bi dehan malbatên astengdaran hate vekirin.

Navend ji 20 odeyan pêk tê û her wiha Kadroyê perwerdeyê û berpirsên navendê di dewreyeke perwerdeyê re derbas bûn.

Di Merasîmê vekirinê de ,axeftin ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê ,Meclisa Malbatên Şehîdan û Navenda fêkirina kesên kor û ker hate kirin.

di axftinan de ,vekirina navendê hat pîrozkirin û hate diyarkirin ku ev navend ji bo hemû zarokên Reqayê û malbatên wan, hêviyek be.

Hêjayî gotinê ku ev Cara yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke fêrkirina astengdaran tê vekirin.

Back to top button