Li Tirkiyê ciwanekî Kurd hat kuştin

Li Tirkiyê di encama polîtîkayên faşîst û nîjadperest yên desthilata AKP-MHP’ê kurdekî din hate kuştin.
Doh êvarê li bajarê Afyonê nijadperstan êrîşî karkerên kurd ên li avahiyan kir û ciwanekî ji Wanê kuşt û 2 jî birîndar kirin.
130 kesayetên ji Derya Reş jî gotin, êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne

Bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyê dijminatiya li dijî kurdan û nijadperestî her ku diçe zêdetir dibe.

Duh êvarê li bajarê Afyonê yê Tirkiyê karkerên avahiyan yên ji navçeya Erdîşa Wanê bûn hedefa êrişa çekdarî.

Karkerê bi navê Ozkan jiyana xwe ji dest da, karkerên bi navên Firat û Emrah jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Xizmên van karkerên ji Erdîşê ên ku xwestin biçin Afyonê, hinek jê di derketina Erdîşê de û hinek jê jî di têketina Afyonê de ji aliyên polîsên tirk ve hatin sekinandin.

Hate diyarkirin ku rayedarekî polîsan ji karkerên birîndar re gotiye miriyên xwe ji vir bibin û li bajarê Afroyên derkevin.

Ev êrîşa Afyonê ne ya destpêkê ye.

Beriya niha li Stenbol Sedat Akbaş ê 21 salî, li bajara Sakaryayê Kadîr Sakçiyê 43 salî û karkerê bi navê Şirîn Tosûn ji ber ku kurdî axivîn hate kuştin.

Li Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan bi hinceta ku li stranün Kurdî guhdarî kiriye, kêr li dilê wî xistin û ew kuştin.

Herî dawî malbata Demîr a ku ji gundê kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo karkeriya demsalî çû navçeya Ortakoy a Sakaryayê li taxa Sirtê bû hedefa êrişa nijadperestiyê.

Ji ber ku Kurd in, bi Kurdî diaxivîn yan jî li muzîka Kurdî guhdarî dikirin hatin kuştin.

Kujer heta niha bi ti awayî nehatin cezakirin.

130 kesayetên ji derya Reş: Sedema sereke neçareserkirina pirsgirêka kurde

Her wiha 130 rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û kesên ku ji Behra Reş in li dijî êrişên nijadperest derketin.

Rewşenbîran diyar kirin ku sedema van êrişên nijadperest ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Back to top button