Di encama gulebarana pasdarên Îranê de, kolberek birîndar bû

Di encama gulebarana hêzên rejima Îranê li sinorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê de, kolberek birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, duh di saetên êvarê de li devera Hengejare ya bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejima Îranê gule li komek kolber reşandin.

Hate gotin di encama gulebaranê de kolberek bi navê Barzan birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Bane.

Berî du rojan dîsa êrîş li dijî kolberan pêk hatibû, hingî jî kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 jî birîndar bûbûn.

Back to top button