Hêzên hikumetê Şamê gundewarên Cebel El-Zawiyê bi giranî topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê bi giranî El-Fitêra, Sifûhin, Kensefera , Şenan û Filêfil topbaran kir.
Di heman demê de jî ,çeteyên Tirkiyê deverên hêzên hikumetê topbaran kir
Li aliyekî din jî ji bilî şandina çekan ji aliyê dewleta Tirk ji bo Idlibê, hikumeta Şamê jî hêz û çekên xwe li Idlibê zêdetir dike.
Çavdêriya Sûrî diyar kir ku hikumeta Şamê maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî derbasî gundê Xan Şêxûn û Me’ret El-N’man kir.