Li Efrînê çeteyan 2 kes ji gundê Qêsim revandin

Dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê du kes ji gundê Qêsim ê Recoyê revandin. Her wiha dizî, talana xweza û dîroka Efrînê jî dewam dike.

Li Efrîna dagirkirî, ji bilî revandin û êşkencekirina şêniyan, dizî û talana milk û xwazaya Efrînê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku 10’ê Îlonê îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên xwe bi ser malên li gundê Qêsim ê Reco de girtin.

Rêxistinê eşkere kir ku çeteyan bi tewanên ne rast du şêniyên bi navê

Egîd Şêxo Şêxo yê 29 salî

Celal Mihemed Şêxo yê 26 salî revandin, piştî ku her duyan fidiyê dan, çeteyan ew berdan.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a bakurê Sûrî jî ji destpêka meha Îlonê ve revandina 40 sivîlî di nav de jî jin belge kir.

Çeteyan ji malekê zêr û pere dizîn

Li aliyekî din malpera Afrîn Post jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji maleke li navenda bajêr 3 milyon LS, hezar û 800 LT û jimarek ji zêran dizî.

Malperê da zanîn ku çeteyan, nebûna tu endamên malbatê li mal ji xwe re fersend dîtin û bi ser malê de girtin û tev dizîn.

Çeteyan darên daristana bendava Meydankê birîn

Her wiha birîn û şewtandina daran jî bêserûber didome.

Malpera Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan darên daristana bendava Meydankê yê Şerayê dibirin.

11’ê Îlonê de jî çeteyan darên daristana li navçeya Bilbilê û gundê Korka yê Cindirêsê birîn û darên wê li Idlib û Tirkiyê difiroşin.

Li gorî wê çete her kîloyek dar li gundên Efrînê bi 75 LS

Li navenda bajêr jî bi 200 LS

Li Idlibê bi 350 LS û piranî daran jî dibin li Tirkiyê difiroşin.

Çeteyan devera Elbîskê yê şûnwarî talan kirin û dizîn

Li gel wê jî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî eşkere kir ku devera Elbîskê yê şûnwarî ya li navçeya Reco, hatiye kolandin, talankirin û dizîn.

Back to top button