Li Hesekê komxebata 2’emîn tê lidarxistin

Bi armanca nîqaşkirina rewşa Rêveberiya Xweser û berferehkirina têkiliyên dîblomasî yên MSD’ê, îro bi beşdariya pêkhateyên Hesekê û navçeyên wê MSD’ê komxebata xwe ya 2’emîn li dar xist.
Di komxebatê de hate diyar kirin ku armanca ji van komxebatan, gihîştina nêrîneke hevbeş û çareseriya aloziya li Sûriyê ye.

Bi armanca li darxistina kongreyeke neteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro MSD`ê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê”, bi beşdariya 150 delegeyên siyasî, eşîr, civak, çandên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên muxalif û serbixwe li Hola Teyfûr a bajarê Hesekê li dar xist.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xelef Dahûd axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku tevî 10 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn û geşedanên li herêmê, lê belê însiyatîfên çareserkirina vê aloziyê der-neketin hole.

Dahûd diyar kir ku ew dijî projeyên parçekirinê ne, ji bo Sûriyê hewl didin çareseriyê siyasî bibînin û her kesî bigire nav xwe.

Ilham Ehmed: Armanca me çareseriya aloziya Sûriyê ye

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî girêdayî `Diyaloga sûrî-sûrî, diyaloga bi opozîsyonê, hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û bandorên wan li ser çareseriya siyasî, nirxandin kir.

Ilham Ehmed diyar kir ku mebest ji vê komxebatê gihîştina nêrîneke hevbeş derbarê Rêveberiya Xweser li herêmê û çareseriya aloziya li Sûriyê ye.

Ilham diyar kir ku, wan gelek hevdîtin pêk anîne, di nav de danûstandinên bi hikumeta Şamê û aliyên muxalefetê re, niha jî diyalogên kurdî-kurdî tên kirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê anî ziman ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek kongre hatin lidarxistin û got:

Sedema binketina tevahiya kongreyan tunebûna hêzên demokratîk bû.

Bi avakirina desteya dan û standinan dibe ku guhartin çêbe û bi wê guhartinê re dibe ku guhartin di aloziya Sûriyê û rêyên çareseriya wê de jî çêbin.

Di beşa 2’emîn a komxebatê de, şandeyek wezareta derve ya Amrîka jî tevlî komxebatê bû.

Komxebat bi nîqaşkirina diyalogên sûrî-sûrî, diyaloga bi hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wan di çareseriya siyasî de bi dawî bûn.

Back to top button