Tirkiye: Dibe ku pirsgirêk bi awayên aştiyane bên çareserkirin

Derbarê aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, Tirkiyê bi zimaneke nerim got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayên aştiyene amade ne.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, İbrahim Kalın, daxuyaniyek da û derbarê aloziya li Deryaya Spî axivî.

İbrahim Kalın got ku pirsgirêkên li Rojhilatê Deryaya Spî dibe ku bi riyên aştiyane bên çareserkirin.

Kalın idîa kir ku ne ji armancên Tirkiyê ne ku ti xakeke welatên cîran dagir bike, lê ji bo mafên xwe jî wê serê xwe netewîne.

Duh, Tirkiyê keşktiyeke xwe li deryayê vekişandibû û Yûnanistan û Qibrisê ev tişt bi erênê nirxandibû.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî duh bang kiribû ku pêwîst e bi Yûnanistanê re diyalog bên destpêkirin.

Yûnanistan: Dema Tirkiyê dev ji tevgera nererwa berde, em ê bikevin diyalogan

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis jî ragihand ku ew hêzên xwe ji giravên Deryaya Îca, li gorî daxwaza Tirkiyê, venakişînin.

Mitsotakis teqez kir, ku ger Tirkiyê dev ji tevgera xwe ya nerewa berde, ew amade ne ku danûstandinan pê re bikin.

Back to top button