Li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêra Zorê teqînek rû da

Li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê de Di encama teqîna motorsîkletekê, sivîlek şehîd bû û du jî birîndar bûn. Li gundê Kenaxêr ê Eyn Îsayê jî di encama teqîna mayina ku çeteyên DAIS’ê danî bûn, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

LI gorî nûçeya ANHA’ê, li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê di dema derbasbûna dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de motorsîklêt teqiya.

Di encama teqînê de, şêniyê bi navê Hemîd Bekir jiyana xwe ji dest da û şêniyên bi navên Xidir Nezal û Emas Cehîm birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.

Ji ber teqîna mayînê zarokekî jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû

Li gundê Kenaxêr ê Eyn Îsayê jî di encama teqîna mayinekê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan navê zarok Umer Salih El-Ewad (5) e û navê bavê wî jî Salih Xelef El-Ewad (35) e.

Back to top button