Tenduristiya Şamê: 36 kesên din bi Coronayê ketin, 2 jî mirin

LI herêmên Hikumeta Şamê herî dawî 36 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Şamê îro bi daxuyanekê ragihand ku 36 kesên din bi vîrûsê ketine.

Wezaretê da zanîn ku 2 kesan jî ji ber vîrûsê mirin û 16 din jî baş bûne.

Bi van daneyên nû re, heya niha li herêmên hikûmeta Şamê 3 hezar û 576 kes bi Coronayê ketine, ji wan 858 baş bûne û 157 kes jî mirine.

Back to top button