Yûnanistan û Amerîka dest bi tetbîqata leşkerî dikin

Bi gurbûna aloziya li rojhilatê Derya Spî re, duh, Yûnanistan û Amerîka dest bi rahênanên leşkerî yên bi tankan, li nêzî sînorên bejahî yên Tirkiyê kir.

Dezgehên ragihandinê yên Yûnanistanî diyar kir ku ev rahênan dê 5 rojan dewam bikin.

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewrûpayê banga xwe ya rawestandina kiryarên yekalî li rojhilatê Deryaya Spî, nû kir.

Berdevkê YE Pîter Stano ragihand ku, roja Pêncşemê, ji bo aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, wê lûtkeyek were lidarxistin.

Berya niha YE gefa cezayan li Tirkiyê xwaribû, eger ew dev ji şantajên xwe bernede.

Piştî kişandina keştiya xwe ya lêgerînê Oruç Reîs ji herêma binakok, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavîşoglu ragihand ku Enqere amade ye dest bi danûstandinan bike.

Çavîşoglu destnîşan kir ku keştiya lêgerîna li gaz û petrolê, di demeke nêz de, wê karê xwe dewam bike.

Back to top button