Konferansa yekemîn a HPC-Jin li bajarokê Rimêlan tê li darxistin

Bi dirûşma “Parastina te mayîn û hebûna te ye û mîsogeriya azadiya te ye”
konferansa HPC-Jin a yekemîn li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Konferans bi beşdariya 62 delegeyên ji HPC-Jin û şandeyek ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û YPJ’ê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê tê lidarxistin.

Ev konfirans ji bo geşkirina rola jinan di aliyê parastina civakê ji tevahî êrişên hundirîn û derve, birêxistinkirina rola wê di civakê de tê lidarxistin.

Koordînatora Kongreya Star Asya Abdullah axivî û konferans li şehîdên canê xwe di rêya azadî û mafên jinan de daye, pîroz kir.

Asya Abdullah derbarê rola jinê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê got jinan roleke girîng di tevahî astan de lîst û bi vîna xwe serkeftin bi dest xist”.

Koordînasyona Kongrê bal kişandin ser berxwedana Heftanînê û anî ziman ku serkeftina Heftanînê, serkeftina tevahî Kurdistanê ye.

Di konferansê de, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser parastina rewa û xweparastinê, rapora salê û nîqaş li ser rewşa rêxistinî wê pêk werin.

Back to top button