Hîwa Selîm: Metirsiya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê hey

Çavdêrê Siyasî Hîwa Selîm diyar kir ku niha ji parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir metirsiya dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê heye.

Çavdêrê Siyasî Hîwa Seyîd Selîm piştgiriya pêngava KCK’ê ya li dijî dagirkiriya Tirk kir.

Hîwa Selîm balkişand li ser sedama dagirkirina başûr Kurdistan û wiha got:

“Dewleta Tirk ji 1992’an ve çavê xwe berdaye xaka Başûr.

Bi taybet jî qala wîlayeta Musilê dike ku Kurdistan beşeke ji wîlayeta Musil.

Qala vegerandina wîlayeta Musil bi ser nexşeya mezin a serdema Osmaniyane dike.

Lewma niha ji parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir metirsiya dagirkirinê li ser Başûr heye.”

Li dijî dafirkirina Başûrê Kurdistanê Hîwa banga helwestek yekgirtiî ji aliyên siyasî ve kir.

Back to top button