Ekolojîst: Divê ekolojîstên Tirk ji bo daristanên Kurdistanê jî helwest nîşan bidin

Dewleta Tirk a dagirker piştî şewitandina daristanên çiyayê Cûdî vê carê jî agir berda daristanên çiyayê Gabar a Şirnexê.

Ji duh ve daristanên Çiyayê Gabarê yê li hember bajaroka Dêrgûlê dişewite.

Şewata ku her diçe belav dibe, heya niha bi tu awayî mudaxileyî wê nehatiye kirin. Artêşa Tirk bi hinceta herêmên leşkeriye nahêle gundî jî biçin agir vemirînin.

Şêniyên herêma Şirnexê û hawirdorparêz bi hêrsin û bi bertekin.

Hawirdorparêz Îbrahîm Kasun derbarê şewitandina xwezaya Kurdistanê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi şewitandina daristanan dixwaze xwezaya Botanê talan bike.

Kasun bang li hemû hawirdorparêzên Tirk kir ku li hember şewitandina daristanê Kurdistanê bêdeng nemînin.

Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê Asrîn Keleş jî bang gelê Botanê kir ku li dijî şewatê berteka xwe nîşan bide û zêdetir xwedî li xwezaya xwe derbikevin

Her wiha bang ekolojîstên Tirk kirin ku cûdakariyê nekin, çawa şewata daristanên bajarê Tirka dibînîn, yên Şirnexê jî bibînin.

Back to top button