Gerîlayên HPG û YJA Starê li Geverê li dijî artêşa Tirk a derketibû operasyonê çalakî kirin. Di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû. Li Şemzînanê jî 3 kozik hatin rûxandin.
Li bakurê Kuridstanê tevî hemû tekînaka xwe, dagirkeriya dewleta tirk ji derbên gerîla nikare xwe xelas bike.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li navçeya Gever û Şemzînan li dagirkeriyê dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku 13 Îlonê artêşa Tirk a dagirker li bejahiya bajarokê Bajêrgan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li derdora gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir.
Di dema operasyona dagirkeriyê de, navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran qewimî.
Di encamê de yek ji payebilind 7 dagirker hatin kuştinn û gelek dagirke jî birîndar bûn.
HPG’ê dazanîn ku gerîla Welat û Nîdal ku di dema operasonê de derbên giran li dagirkeran xistin, heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 12’ê Îlonê li qada Rûbarokê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Tengava Benê bi cih bûbû çalakiyek hat li dar xistin.
Ji 2 baskên cuda ve li kozikên dijmin hate xistin.
Di çalakiyê de 3 kozik hatin rûxandin, jijmara dijminên hatin kuştin û birîndarkirin nehate tespîtkirin.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi hawan û obusan bombe li herêmê barand.
9’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li qada Kela Memê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li derdora qadên Deriyê Qaçê, Çemê Xeçkê, Gundê Sîran, Gundê Mehrê û Gundê Hozê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir.
Oparasyona dagirkeriyê 12’yê Îlonê bê encam bidawî bû.
Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.