Nûnera NY’ê bi QSD û Rêveberiya Xweser re civiya

Ji bo dûrxistina zarokan ji nakokiyên şer û parastina mafên wan yên jiyanî, QSD’ê û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi NY’ê peymana ne leşkerkirina zarokan îmze kir.
Ji bo şopandina vê peymanê, nûnera taybet a Kar û Barên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) civînek bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist.
Nûnera Taybet di civînê de rola QSD’ê û rêvebeiyê di warê parastina zarokan de pîroz kir.

Duh, nûnera taybet a Kar û Barên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Banû Virginia Gamba civînek onlin bi fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Ebid El-Mihbaş pêk anî.

Di civîna de jî fermendara YPJ’ê Newroz Ehmed û ji bûroya têkîliya ya QSD’ê Nisrîn Ebdalah û Rêdûr Xelîl amade bûn.

Di Civînê de plana hevbeş a bi NY’ê di 19’ê Hizîrana 2019’an hatiye Imzekirin û gavên ku QSD’ê û Rêveberiya xweser pêkanîne hatin nîqaş kirin.

Di derbara pêkanîna vê palnasaiyê, Gamba anî ziman ku pêşkeftina mezin QSD’ê û Rêvebiyê pêk anîne û ew kar pîroz kir.

Di civînê de rewşa zarokên DAIŞ’ê yên ne Sûrî yên Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîne û derfeta vegera wan bo welatên xwe nîqaş kirin.

Her du aliyan piştrast kir ku navendên girtinê ne cihên guncaw in ku zarok tê de bimînin, ji ber ew bûn qurbaniyên şerê çekdarî.

Her wiha Mezlûm Ebdî got divê NY serdanên xwe li navendên girtinê yên ku tê de zarokên malbatên DAIŞ’î hene bike, da ku pêdiviyên wan bi cih bîne.

Di civînê de rewşa jin û zarokên biyanî yên ne Sûrî li kampa Hol û Roj û hewcehiya dîtina çareseriyek ji wan re hate nîqaş kirin.

Piştî îmzekirina peyman bi NY’ê, QSD’ê û Rêveberiya Xweser, gelek çalakî û nûjenkirina zagonan pêk anîn.

Tîrmeha 2019’an, Fermandariya Giştî ya QSD’ê fermaneke leşkerî ji bo qedexekirina leşkerkirin û bikaranîna zarokan di şerê çekdarî de derxist.

Ji bo vê yekê, hemû zarokên ku di nav Hêzên leşkerî de bûn hatin derxistin û radestî Malbatên wan kirin û ji jinên cwan re dibistaneke
taybet di bin çavdêriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê hate vekirin.

Di nava sala 2019 û 2020’an de Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê bi hevkariya bi gelek welatan, 186 jin û 269 zarok yên ji 20 neteweyên cûda vegerandin welatên xwe.

Back to top button