Sazî û rêxistinên Ewropayê li Strasbourgê pêngav ragihandin

Sazî û Rêxistinên Ewropayê li bajarê Stasborgê yê Fransayê li pêş avahiya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê-CPT bi slogana “Anha dem hatiye ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” pêngavek ragihandin.

Li ser navê sazî û rêxistinên Evopayê axaftin hate kirin di axaftinan de Azadiya Rêber Ocalan û têkbirina faşîzma Tirkiyê derket pêş.

 

Sazî û Rêxistinên Ewropayê li bajarê Stasborgê yê Fransayê îro di çarçoveya pêngava azadiyê ya ku KCK’ê 12’ê îlonê de dabû destpêkirin bi slogana”Aniha dem hatiye ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” pêngavek ragihandin.

Li ser navê saziyan axaftin hate kirin.

Destpêkê Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftina pêşî kir û diyar kir ku divê Konseya Ewropayê û CPT polîtîkayên xwe yên du rû berdin li hember tecrîda li ser Rêber Apo û faşîzma Tirkiyê gav bavêjin.

Hatîb Dîcle: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e

Hevserokê berê yê KCD’ê Hatîb Dîcle jî balkişand li ser tecrîda Rêber Ocalan û diyar kir ku ji bo Ocalan zû wereberdan dê kampanyayeke xurt bidin destpêkirin.

Dîcle her wiha got çareseriya ku Ocalan daniye reçeteya azadiyê ya hemû gelan e û bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibe.

Songul Çelîk: Em jinên Kurd bi rûmeteke mezin xwe bidin ber pêngavê

Li ser navê TJK-E’yê Songul Çelîk axivî û got: ”Em jinên Kurd soz didin ku bi rûmeteke mezin xwe bidin ber vê pêngavê.”

Nûnerê KNK’ê: Em soza bilindkirina têkoşînê didin

Nûnerê KNK’ê Elî Atûr destnîşan kir ku ji bo azadiya Kurdistan û Rêber Ocalan divê ji her demê bêhtir têkoşîn bê bilindkirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde, hûnermendên TEV-Çandê ya Kurd stran gotin.

Back to top button