Şehîd Mehmûd Mistefa bi merasîmekê hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Mehmûd Mistefa bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Mehmûd Mistefa yê ku 14’ê Îlonê şehîd bibû ji ber nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê wergirt û berê xwe dan goristana Şehîdên Komkujiya Til Rifet û Aqîbayê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê eclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Back to top button