Şehîd Fewaz Emîn bi merasîmekê li Til Temirê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn bi merasîmekî bi heybet  li goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn bûn, yê ku di 14′ Îlonê de dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Asayîşê û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin ew ê li hemberî hemû gefên ku ewlehiya herêmê xirab dike bisekinin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Fewaz Emîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên “Şehîd Namirin” hate veşartin.

Back to top button